Xwepêşanderê kurd di operasyoneke hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da
Hate ragihandin ku Mucteba Babaxanî, welatiyekî kurd ê ku ji ber xwepêşandanên Çileya 2026an dihat lêgerîn, di dema operasyoneke ku ji aliyê yekîneyeke taybet a polîsan ve li bajarokê Mehranê yê parêzgeha Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê, jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên ewlehiyê yên Îranê serê sibêya roja Çarşemê 9ê Îlonê, li taxa Îslamiyeyê ya Mehranê, li mala ku Mucteba Babaxanî û birayê wî Şoca Babaxanî lê diman, dan.
Di raporê de hat gotin ku di dema operasyonê de, ku ji aliyê yekîneya operasyonên taybet a polîsê Îranê, NOPO ve hatibû kirin, pevçûneke çekdarî derket. Hat ragihandin ku Şoca Babaxanî piştî pevçûnê ji herêmê reviya û cihê wî niha nayê zanîn.
Du polîs bi giranî birîndar bûn
Hengawê îdia kir ku Mucteba Babaxanî, ku hatibû girtin, piştî teqandina narincokekê ku bi xwe re hilgirtibû, jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku di teqînê de herî kêm 2 polîs bi giranî birîndar bûn û rewşa wan krîtîk e.
Hat ragihandin ku her du bira ji ber protestoyên ku di Çileya 2026an de li Îranê hatibûn lidarxistin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihatin lêgerîn û ji ber vê yekê demek bû xwe veşartibûn.
Heta dema nivîsandina vê nûçeyê, servîsên ewlehiyê yên Îranê û dezgehên din ên fermî derbarê operasyonê, mirina Babaxanî an jî îdiayên birîndarbûna polîsan de ti daxuyaniyeke giştî nedabûn.
