Li Yemenê di êrişên Hûsiyan de 6 kesî jiyana xwe ji dest da
Hikûmeta Yemenê ragihand ku di êrişên ku hatine diyarkirin ji aliyê Hûsiyan ve hatine kirin de, di nav wan de zarokekî 12 salî jî heye, 6 kesî jiyana xwe ji dest daye.
RûpelNews - Wezîra Karên Hiqûqî ya Hikûmeta Yemenê İşrak el-Maktari di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da de diyar kir ku êrişa li ser Taxa Sala ya li wîlayeta Taizê bi guleyên hawanê hatiye kirin.
Maktari ragihand ku Yusuf Abdulvaris Seyf ê 12 salî ku dema ji dibistanê vedigeriya mala xwe perçeyên şarapnelê li wî ketine, jiyana xwe ji dest daye.
Maktari aktar kir ku di êrişa ku demjimêrên sibehê de li ser taxa Et-Turbehê hat kirin de jî, ji ber ketina fuzeya balîstîk a ku ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Maktari diyar kir ku di êrişan de birîndar jî hene lê derbarê hejmara wan de tu agahî neda.
Maktari her wiha eşkere kir ku di êrişa êvara duhi de ku li ser herêma El-Ahyukê ya ser bi navçeya El-Vaziye ve hatibû kirin de jinıke kî jiyana xwe ji dest daye û zarokê li gel wê jî birîndar bûye.
Derbarê êrişan de ji aliyê Hûsiyan ve heta niha tu daxuyanî nehatiye dan.
