Mistefa Hicrî: Êrîşên neheq li dijî malbata Jînayê dest pê kirine

20 îlon 2026 19:07

Mistefa Hicrî, di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku van rojên dawî komeke diyar êrîşên neheq li dijî Emced Emînî, bavê Jîna, û malbata wî dest pê kirine.

Mistefa Hicrî: Êrîşên neheq li dijî malbata Jînayê dest pê kirine

RûpelNews - Hicrî, di nirxandina xwe ya li ser êrîşên li dijî malbata Jînayê ya ku bûye sembola tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Îranê de, destnîşan kir ku ev êrîş dê zirarê nedin rêz û pozîsyona civakî ya malbatê; berevajî dê hevgirtina di navbera kesên azadîxwaz de xurttir bikin.

"Tu tişt ji rêz û pozîsyona vê malbatê kêm nabe"

Mistafa Hicrî di parvekirina xwe de wuha got:"Malbata Jînayê û şehîdên serbilind ên rêya azadiyê, ji bo miletê me çavkaniyeke serbilindiyê ne. Parastina nirxên 'Jin, Jiyan, Azadî' parastina nirxên tevgera Kurdistanê ye. Malbata Jînayê, ku bûye sembola vê tevgerê, li nav gelê Kurdistanê û hemû azadîxwazên Îranê xwedî cihekî taybet û rêzdar e. Ji ber vê yekê, ev êrîş tiştekî ji rêz û pozîsyona wan a civakî kêm nakin; berevajî, ew tenê zemîna yekîtî û hevgirtina gelên azadîxwaz ên Îranê, yên ku amade ne ji bo gihîştina azadî û hikûmeteke gelêrî xwe feda bikin, xurttir dikin."