Amerîka: Eger pêwîst bike em dê li dijî Îranê êrîşên kînetîk bikin
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li dijî Îranê îşareta operasyoneke nû da û got: "Eger pêwîst be em ê êrîşên kînetîk bi kar bînin."
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, piştî serdana xwe ya baregeheke leşkerî li eyaleta Wisconsinê, derbarê Îranê de ji çapemeniyê re daxuyanî da.
Hegseth got: "Eger pêwîst be em ê êrîşên kînetîk bi kar bînin. Eger Îran di cîhê xwe de nesekine an jî bi ser artêşa Amerîkayê were, tiştê çi pêwist bibe em ê vê yekê bikin."
"Li Hurmuzê kontrol di destê Amerîkayê de ye"
Hegseth da zanîn ku bi zexta aborî niha zirareke gele mezin gihişt ser Îranê û îdia kir ku Tengava Hurmûzê di destê Amerîkayê de ye.
Hegseth got: "Îran nikare tiştekî ji Hurmuzê re derbas bike. Em dikarin. Aboriya cîhanî ji vê yekê agahdar e."
