Îran: Eger Amerîka ji şer vekişe, dê pêbaweriya xwe winda bike
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Bakir Qalibaf anî ziman ku eger Amerîka ji şerê li gel Îranê vekişe, dê pêbaweriya xwe winda bike; lê berdewamkirina şer dê ji bo Washingtonê bibe sedema pirsgirêkên pir mezintir.
RûpelNews - Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, Qalibaf li Bexdayê ku ji bo hevdîtinên fermî çûbû wir bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.
Di dema civînê de, Qalibaf pirsgirêk û krîzên herêmê nirxandin û destnîşan kir ku destwerdanên Amerîka û Washingtonê yên li herêmê sedema van pirsgirêkan in. Herwiha wî Îsraîl jî wekî yek ji sedemên aloziyên herêmê bi nav kir.
Qalibaf, bi behskirina rewşa pevçûna berdewam a li gel Amerîka, îdia kir ku Îran bi rêya serokatî, hêzên çekdar û gelê xwe li hemberî Amerîka li ber xwe daye û "hegemoniya wê şikandiye."
Qalîbaf got: "Îro, Amerîkayeke bêçare rûbirûyê rewşeke dijwar e: eger ji pevçûnê vekişe, dê pêbaweriya xwe winda bike; eger berdewam bike, dê bi dehan pirsgirêkan ji bo xwe çêbike."
Qalîbaf derbarê îhtîmala danûstandinên pêşerojê yên li gel Amerîka de, anî ziman ku divê Îran ji bo bidestxistina pozîsyoneke bihêz a danûstandinê, ji bo şer amade be.
Qalîbaf got: "Berxwedan tenê rêya serkeftinê ye û eger em ji bo şer ne amade bin, danûstandin dê tu encamê nedin."
