Pompeo: Eger pêwîst bike Amerîka amade ye li dijî Tirkiyê hêza leskerî bikar bîne

22 cotmeh 2019 16:18
Pompeo: Eger pêwîst bike Amerîka amade ye li dijî Tirkiyê hêza leskerî bikar bîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarê gef û êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku eger pêwîst bike Amerîka amade ye li dijî Tirkiyê hêza leşkerî bikar bîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku eger pêwîst bike Serokê Amerîkayê Donald Trump  amade ye hêza leşkerî li dijî Tirkiyê bikar bîne.

Mike Pompeo CNBCê re got: “Em li şûna şer dawaza aştiyê dikin, lê eger pêwîstî bi midexaleyeke leşkerî hebe, vê yekê baş bizanin ku Serok Trump ji bo vê yekê bi temamî amade ye.

Pompeo herwiha da zanîn ku ew panbendê agirtbesta demkî ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê ne û wan bi wê rêkevtinê jiyana hejmareke zêde ya xelkê parastiye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Pompeo di heman demê de got ku wan pêbendiya temam ji Tirkiyê wergirtiye ji bo parastina pêkhateyên etnîkî.