Li Antalyayê kesekî hevjîna xwe û malbata wê kuştin
Li navçeya Korkutelî ya Antalyayê, mêrekî—ku li gorî agahiyan biryara qedexeya nêzîkbûnê li ser wî hebû—bi guleyan jina xwe, ku ew di pêvajoya hevberdanê de bû û herwiha dê û bavê wê kuştin.
RûpelNews - Bûyer li taxa Karakuyuyê qewimî. Li gorî agahiyan, S.F. (38) çûye mala malbata jina xwe Ayşegul F. (36). Li wir, S.F. gule li jina xwe Ayşegul F., bavê wê Ahmet Engel (65) û diya wê Cemîle Engel (63) reşandiye.
Piştî zanyariyan cîranên ku dengê guleyan bihîstibûn, cendirme û tîmên tenduristiyê yên lezgîn ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin. Karmendên tenduristiyê piştrast kirin ku Ayşegul F. û dê û bavê wê, Ahmet û Cemîle Engel, jiyana xwe ji dest dane.
Cendirme hewldanên xwe ji bo girtina S.F. yê ku piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviyaye, didomînin.
