Li Mêrdînê di navbera 2 malbatan de şer: Kesek hat kuştin, yek jî birîndar bu

18 tebax 2026 23:42

Li navçeya Mehsert a Mêrdînê di navbera du malbatên xizmên hev de piştî ku nîqaşeke veguherî pevçûneke bi çek, kesekî jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî bi giranî birîndar bû. Gumanbarek hat desteserkirin.

Li Mêrdînê di navbera 2 malbatan de şer: Kesek hat kuştin, yek jî birîndar bu

RûpelNews - Bûyer li taxa Alıçlı ya navçeya Mehsertê pêk hat. Ji ber sedemeke ku hêj nehatiye zelalkirin, di navbera endamên du malbatan de ku tê gotin xizmên hev in nîqaş derket.

Gava nîqaş zû veguherî pevçûneke bi çek, Îbrahîm K. (43) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Mehmet K. (47) jî bi giranî birîndar bû.

Piştî agahdarkirina derbarê bûyerê de, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî herêmê hatin kirin. Mehmet K.yê birîndar, piştî destwerdana ewil a li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Tîmên cendirmeyan gumanbarek desteser kirin û derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.