Peyamnêrê Rûdawê hat girtin

06 adar 2020 20:25
Peyamnêrê Rûdawê hat girtin

PeyamaKurd – Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk Yildiz ku 29ê Sibatê li dema şopandina veguhestina penaberan bo Edirneyê hatibû binçavkirin, îro li Enqerê derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn.

Rawîn Stêrk û gelek rojnamevanên din bi sedema ku li herêma qedexe kêşanê dikin hatibûn binçavkirin û piraniya wan peyamnêran hatibûn berdan, lê ji ber hebûna lêpirsîneke din a sala 2008an Rawîn Stêrk nehatibû berdan.

Peyamnêrê Rûdawê piştî bo Enqerê hat veguhestin, îro 6ê Adarê derxistin pêşberî dadgehê û biryara girtina wî hat dayîn ku li ser dosyeya wî jî biryara nepenîbûnê hatiye dayîn.

Parêzerê Rawîn Stêrk jî ragihandiye ku ew ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatiye girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta dema ev nûçe hat amadekirin jî li ser binçavkirin û girtina Rawîn Stêrk ji aliyê Rûdawê ve ti nûçeyek nehatibû belavkirin.