Peyamnêrê Rûdawê ji aliyê kesekî DBPyî ve hat astengkirin

03 cotmeh 2024 16:31
Peyamnêrê Rûdawê ji aliyê kesekî DBPyî ve hat astengkirin

PeyamaKurd – Doh dema ku nûçegihanê Rûdawê yê Stembolê Rawîn Stêrk li ber Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê nûçe dişopand, ji aliyê kesekî ve hat astengkirin û derket holê ku ew kes xebatkarê DBPyê yê Herêma 1em ya ye.

Wî kesî hewl da ku nûçegihanê Rûdawê yê Stembolê Rawîn Stêrk bi heqaretên devkî û destwerdana fîzîkî ji cihê nûçeyê bi dûr bixe.

Li ser dîmenên wan kêliyan Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEMê yê Stembolê Murat Kalmaz ji ber astengiya li hemberî Rawîn Stêrk hatiye, dilgiraniya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew kes dê bê hişyarkirin.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat jî bûyer şermezar kir

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat jî têkildarî vê êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Endamê cemiyeta me û peyamnêrê Rûdaw TVyê Ravvin Sterk Yıldız dema ku li ber Saziya Tiba Edlî ya Stembolê nûçe dişopand, rastî êrîşa devkî û fizîkî ya kesekî hat û azadiya wî ya wergirtina agahiyan hat astengkirin.

Zêdebûna êrîş û astengiyên li ser xebatkarên televîzyona Rûdawê ji aliyê kesên ku tê zanîn girêdayî pêkhateyên cuda yên siyasî ne, cihê metirsiyê ye.

Her çiqas em dizanin ku êrîş û astengî ji aliyê kesên xwedî meylên siyasî yên dijber ve tên kirin jî, lê belê em dizanin ku armanca sereke ya êrîşan azadiya çapemeniyê, azadiya raman û îfadeyê ye.

Em êrîş û astengiyên li hember tîmên Rûdawê TVyê ku li qadan dixebitin, lê belê ji ber provokasyonên hinek kes û koman li wan dibin, bi tundî şermezar dikin û bang li hemû koman dikin ku rêzê ji xebatkarên çapemeniyê re bigirin.

Em dibînin ku êrîş û destwerdanên van demên dawî zêde bûne, êdî ewlehiya jiyana hevkarên me dixe xeteriyê. Yên ku bi awayekî bêbingeh Rûdaw TVyê dikin hedef, berpirsiyar in ji wan tiştên neyînî ku dê bên serê hevkarên me. Li ser vê yekê em careke din hemû kes û koman hişyar dikin ku bila dest ji hedefgirtina hevalên me berdin.

Her êrîşeke li dijî rojnamegeran êrîşek li dijî azadiya raya giştî ye û qet nayê qebûlkirin. Em ji bo raya giştî radigihînin ku em ê vê êrîşa neheq a li ser endamê xwe bişopînin û ji bo hesabpirsîna berpirsyaran, em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.

Şertekî bingehîn ê demokrasî û civakên azad ew e ku rojnameger bi awayekî azad û bêyî ku di bin tu zext û gefan de bin, karê xwe bikin. Weke Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat îro jî  em ê weke her car li cem hevkarên xwe bin û wan biparêzin û mafên wan biparêzin.”