Li Qamislo li ber postexanê teqîn: Sivîlek birîndar bû
23 cotmeh 2019 17:25
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.
Li gorî çavkaniyên herêmê teqîn li ber postexaneya bajarê Qamişlo rû daye û wesayîtek hatiye teqandin. Hat zanîn ku wesayîta bombebarkirî li nêzî avahiya berîdê li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Qamişlo hatiye teqandin.
Li gorî zanyariyên dawî êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin û sivîlek di encama teqînê de birîndar bûye.
Hat zanîn ku mînîbûsa hatiye teqandin ji bajarê Tirkiye Konyayê bo Rojavayê Kurdistanê hatiye anîn ku nivîsa 'Şahin Oto Galerî Konya' li ser hebû.

Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Qamislo teqîn: 4 kes birîndar bûn
29 cot 2025
Cîhan
Li Qamislo teqîn 3 kes birîndar bûn
03 nsn 2022
Jiyan
Li Idlibê teqîn: 5 kustî û gelek birîndar hene
26 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin