‘Kurt Tarihi’ ve carê li ser Mele Mistefa Barzanî û Sovyetan e hûr dibe

14 rêbendan 2020 14:27
‘Kurt Tarihi’ ve carê li ser Mele Mistefa Barzanî û Sovyetan e hûr dibe

PeyamaKurd – Mijara sereke ya Kovara Kurt Tarihi vê carê Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û têkiliyên Sovyetan e.

Kovara ‘Kurt Tarihi’ (Dîroka Kurdan) di hejmara xwe ya 38an de dosyayek li ser Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û têkiliyên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ê Sovyetan (SSCB) û kurdan dike.

Firat Sozerî edîtoriya vê dosyayê kiriye ku di heman demê de wergerek û nivîseke wî jî di dosyayê de heye. Sozeri nivîsa Angelika Pobedonostseva Kaya ji rûsî wergerandiye. Sernavê nivîsê wiha ye: “Barzanî û SSCB: Gelo hevalbendiyeke beravêtiye?”. Herwiha bi xwe jî nivîsek bi sernavê “Li gor dokuman û nameyan têkiliyên Mela Mistefa û SSCByê” nivîsiye.

Lêkolîner Seîd Verroj di nivîsa xwe de behsa jiyannameya Mela Mistefa dike. Ji bilî vê, Menaf Eydi nivîsa Etienne Forestier-Peyratî ya bi navê “Ji 1940î heta 1980yî polîtîkaya karûbarên derve ya Sovyetan a li hemberî kurdan û çalakvaniya kurdan li Sovyetan” ji ingilîzî wergerandiye Tirkî, Zelal Konak jî nivîsa Nikolay Lisenkovî ya bi navê “Mistefa Barzanî û Yekîtiya Sovyetan (1946-1964) ji rûsî wergerandiye Kurdî û di nava dosyayê de hatiye weşandin.

Nivîsa dawiyê ya vê dosyayê jî nivîsa bi sernavê “Pêşwaziya Resmî ya Mele Mistefa ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê” ye ku ji pirtûka Mistefa Noşîrwanî ya bi navê “Hikûmeta Kurdistanê” hatiye wergirtin. Ziya Avci ev nivîs ji Soranî wergerandiye Kurmancî.

Kovara Kurt Tarihi di bin banê Weqfa Ismail Beşikçi de tê weşandin û Mesut Yegen, berpirsê giştî yê weşanê ye. Herwiha bi dehan hîndekar û lêkolîner jî di nava lijneya weşanê di cîh digirin.