Ji Kiliçdaroglu daxuyaniya qeyûman: Em derketina kolanan û protestoyan rast nabînin
PeyamaKurd – Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbarê wezîfedarkirina qeyûman li şuna şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê daxuyaniyek da û got, “Madem we yê wiha bikira, we çima sindoq danîn?” Kiliçdaroglu herwiha dibêje ew di rewşên wiha de derketina kolanan û protestoyan rast nabînin.
‘EV BÊHURMETIYEKE LI HEMBERÎ VÎN Û ÎRADEYA GEL’
Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê biryara dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê û diyarkirina qeyûman bertek nişan da.
Kiliçdaroglu bibîrxist ku derbarê şeradaran de biryareke yasayî tine, “Dema ku Ahmet Davutoglu ji serokwezîriyê hat dûrxistin jî me bertek nişan da û dema serokên AKPyî ji kar hatin dûrxistin jî. Ev bêhurmetiyeke li hemberî vîn û îradeya gel.”
‘BI VAN KIRYARAN EM NIKARIN BÊJIN LI WELATÊ ME DEMOKRASÎ HEYE’
Kemal Kiliçdaroglu, “Madem we yê wiha bikira, we çima sindoq danîn? Madem we sindoq danîn, hûn çima rêz û hurmetê li îradeya gel nîşan nadin. Ev kiryar gelekî dûrî aqilan in. Bi van kiryaran li Ewropayê em dê nikaribin bêjîn li welatê me demokrasi heye.”
‘REWŞA AWARTE BI DAWÎ BÛYE LÊ BI AWAYEKÎ FÎÎLÎ BERDEWAM DIKE’
Serokê CHPê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rewşa awarte bi awayekî fîîlî berdewam dike, “Rewşa awarte bi dawî bûye lê bi awayekî fîîlî berdewam dike. Ji xwe Erdogan gotibû. ‘Eger bene hilbijartin jî ew dê ji kar bênê dûrxistin’ Hermû tişt bi deste yek kesî ve tene kirin. Di dema kotedaya leşkerî 12 Îlonê û Kenan Evren de jî tiştên wiha neqewimîne.”
‘EM DERKETINA KOLANAN Û PROTESTOYAN RAST NABÎNIN’
Li ser pirsekê Kiliçdaroglu got, di rewşên wiha de ew derketina kolanan û protestoyan rast nabînin. “Dem bûyerên wiha biqewimîn, em derketina derve û protestoyan rast nabînin. Em bi feraseta gel bawer in. Li Stenbolê jî heman tişt bi deste YSKê kirin. Gotin ya derkevin kolanan ya jî boykot bikin. Me herdu jî nekirin. Me bawerî bi feraseta gel anî û em bi ser ketin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin