Ji ber koronayê û krîza darayî îsal serjimariya gistî li Kurdistanê nayê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber berdewama pandemiya vîrusa koronayê û krîza darayî di nav sala 2021ê de zehmet e li Herêma Kurdistanê serjimariya giştî bê kirin.
Serokê desteya amarê ya Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed got, biryar bû serjimêriya giştî par were kirin lê ji ber belavbûna Koronayê û krîza darayî hat paşxistin û biryar hat dayîn domahîka îsal (2021) were kirin.
Sîrwan Mihemed diyar kir, lê heta niha amadekariyek wisa nehatiye kirin ji ber wê jî bi texmîna wan zehmet e îsal jî serjimêrî were kirin.
Serokê desteya amarê da zanîn, “L Herêma Kurdistanê jî ti gaveke berçav ji bo serjimariyê nehatiye avêtin. Ji xwe di warê bûdceyê de tengavî heye. Desteya amara Iraqê daxwaza 180 milyar dînar bo serjimêriyê kir lê hikûmetê nekarî wê bûdceyê terxan bike û da xuyakirin ku tenê dikare 60 milyar dînar terxan bike. Ji ber van sebeban, ez bawer dikim dê wezareta pilandanîna Iraqê daxwaza paşxistina serjimêriyê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin