Ji ber koronayê îsal li Farqînê 'Ser Hivdeh' nayê pîrozkirin
PeyamaKurd – Mihrîcana Ser Hivdeh ya bi sed salan li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê tê pîrozkirin, îsal ji ber pandemiya Covid-19 hat qedexekirin.
Her sal li herema Badika gundê Emerka yê Farqînê, mîhrîcana Ser Hivde ku nêzikî hezar û 400 sal e berdewam dike, di navbera 28-30yê Adarê de dihat pîrozkirin.
Xelkê herêmê Ser Hivde wek deweta Muaz bîn Cebel qebûl dike û serdana gora wî dikin û li wê derê 3 şev û 3 rojan şahî pîrozbahiyan dikin.
Li gorî çîroka hatiye îro Muaz Bîn Bîn Cebel Sehabî bûye û bi navê “Kurê Pîrê” hatiye nasîn. Dema ku artêşên îslamê ji bo dagirkirina Amedê di herêmê de derbas dibin û Muaz bin Cebel li wê derê di şer de şehîd dibe.
Mîhrîcana Ser Hivde wek mihrîcana Mirazan jî tê binavkirin û bi hezaran kes diçn ser vê ziyaretê û ziyaret dibe mîna festîvalekê.
Li gorî gotinên xelkê deverê kesên diçûn Ser Hivde, piştî serdana gora Şêx, şahî dikin, govend û lîstikên curbecur dilîzin, qurbanan serjê dikin û keç û xort li wir hevûdu dibînin, bi hev şa dibin û gelek keç û xort wê rojê ji ser ziyaretê bi hev re direvin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin