Hejmara qurbaniyên keraseta Tîmûra Rojhilat 150 kesan derbas kir

06 nîsan 2021 20:32
Hejmara qurbaniyên keraseta Tîmûra Rojhilat 150 kesan derbas kir

PeyamaKurd – Li giravên navbera girava Flores a Endonezyayê û Tîmûra Rojhilat bi rabûna lehiyê re karesateke mezin derket holê ku bi hezaran kesan terka malên xwe tdan û bêhtirî 150 kes jî bûn qurbanî.

Ji ber barana zêde rezervên avê li giravên navbera girava Flores a Endonezyayê û Tîmûra Rojhilat bilind bûn û bi hezaran mal li ber avê ketin.

Navenda rêveberiya afetê ya Endonezyayê ragihandiye ku karesatê herî zêde li giravên nêzî Tîmûra Rojhilat bandor kiriye û130 kesan can daye. Herwiha li Tîmora Rojhilat jî 27 kes di felaketa lehiyê de mirine ku bi hezaran kes jî derbeder bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê du navendên karantînayê yên kesên bi covid-19 lê diman û laboratûwara neteweyî jî zirar dîtine.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihandiye ku ew amade ne piştgiriyê bidin Tîmora Rojhilat.

Hêjayî gotinê ye, di meha Çileyê de jî li bajarê Sûmedang ê rojavayê girava Cavayê ji ber felaketa lehiyê 40 kesan jiyana xwe ji dest dabû.