Hejmara qurbaniyên Îran û rojhilatê Kurdistanê derkete 66an

03 nîsan 2019 16:40
Hejmara qurbaniyên Îran û rojhilatê Kurdistanê derkete 66an

PeyamaKurd – Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di du hefteyên dawîyê de ji ber barîna zêde û lêhiyê 66 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek zirar û ziyanên madî çêbûn.

Berdevkê Tîma Hawarçûnê ya Îranê Mucteba Xalidî ragihand ku di bûyerên dawî de 478 kes birîndar bûne.

Berdevkî herwiha da zanîn ku li bajarê Şîrazê yê eyaleta Farsê 22 kes, li bajarê Gulistanê 7 kes, li Mazenderanê 5 kes, Li bakurê Xorasanê 3 kes, li eyaleta Kohgiluye-Buyer Ahmed 3 kes, Li Lorsitanê 5 kes û li Xorasana Rezevî, Simnan, Hemeden, Huzistan, Kirmanian, Zencan, Kazvîn û Îlamê jî 12 kes, bi tevahî 57 kesan jîyana xweji dest daye kê vê dawiyê hejmara qurbanîyên derketîye 66

Herwiha ji destpêka lehîyê û ta niha 478 kes birîndar bûne ku ji van 430 kes rakirine nexweşxaneyên cur bi cur.

Medya Îranê ragihand ku ji ber karesate lehîyê rêya 620 gunda hatiye girtin û herwiha li Kirmanşanê jî ji ber  barîna zêdee di 48 saetên dawîyê de 350 pir û kanalên avê zirar dîtine.

Ji ber ku di dema karesatê de walîyê eyaleta Gulistanê Menav Haşimî li derveyî welêt di betlaneyê de bû nîqaş hatibûn kirin û paşê jî Haşimî ji kar hatibû dûrxistin.