Amarên 104 rojên xwepêsandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin eskere kirin

30 berfanbar 2022 01:32
Amarên 104 rojên xwepêsandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji meha Îlonê heta niha di sêyemîn meha xwe de bênavber berdewam dikin û rastî êrîşên tund û kuştinkariya hêzên rejîmê tên.

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê îro 29ê Kanûnê amarên 3 meh û nîvan ên qurbaniyên xwepêşandanan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan heta niha 508 kes bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê, lêdan û îşkenceya di girtîgehê de hatine kuştin, 69 ji kesên hatine kuştin jî temenê wan di bin 18 salîyê de ne.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di bûyeran de, 66 endamên hêzên ewlehiyaÎranê jî hatine kuştin.

Li gorî amarên hatine belavkirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 18 hezar û 666 kes hatine binçavkirin ku ji wan nasnameyên 4 hezar û 137 kesan hatiye piştrastkirin û 667 ji wan jî xwendekar in.

Hatiye diyarkirin ku di 104 rojên borî de hezar 218 kombûn û xwepêşandan li 161 bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêve çûne.