Gultan Kisanak hat berdan!
PeyamaKurd – Gulten Kişanak a ku ji doza Kobaniyê bi sûcdariya "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, li gorî dema di girtîgehê de maye, hat berdan.
Şaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak ku 7,5 sal in di girtîgehê de ye, piştî biryara tehliyeyê ya di doza Kobanî de îro ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê hat berdan.
Kişanak a ku di 30'ê Cotmeha 2016'an de li Diyarbekirê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê, 6 meh berê dema girtina xwe ya herî zêde temam kiribû, lê nehatibû berdan. Di rûniştina doza Kobanî de ku ji ber bûyerên Kobanî yên di navbera 6-8ê Cotmeha 2014an de 108 bersûcên ku di nav wan de Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene, do biryar hat dayîn.
22. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku cezayên giran li bersûcên ku 10 sal berê di derbarê bûyerên Kobanî de tên darizandin da, bi giştî 42 sal cezayê girtîgehê li Demîrtaş û 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yuksekdag hat birîn. Dadgehê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal cezayê hepsê da Gultan Kişanak a ku 7 sal in di girtîgehê de ye û 6 meh berê dema girtina herî zêde temam kir. Lê belê biryara berdana wê da, li gorî dema ku wê di girtîgehê de derbas kiriye.
Dadgehê ji bersûcan Sebahat Tuncel bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" 12 sal ceza da. Ji ber heman sûcî 9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ayla Akat Ata birî, biryara berdana herdu kesan da. Kişanak ku di 30ê Cotmeha 2016an de bi Endamê Meclîsa DBPê Firat Anli re hat girtin, piştî biryara girtinê ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê ku zêdeyî 7 salan lê mabû, hat berdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin