Gotinên balkês ên Gultan Kisanak li ser qeyûm û hilbijartinan

15 berfanbar 2023 13:37
Gotinên balkês ên Gultan Kisanak li ser qeyûm û hilbijartinan

PeyamaKurd – Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, ku di 31ê Cotmeha 2016an de li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û hat girtin, tevî ku di 25ê Cotmehê de maweya binçavkirinê ya herî zêde ya 7 salan bi dawî bûye jî, nayê berdan.

Gultan Kişanak diyar kir, “Kurdan li ser sindoqan îradeya xwe diyar kirin û li dijî siyaseta qeyûman helwesteke zelal nîşan dan. Ez bawer im di vê hilbijartinê de gel wê dersa pêwîst li ser sindoqan bide partiyên qeyûman. Ji ber van sedeman dibe ku hikûmet vê carê hewl nede şaredariyên ku DEM bi ser bikeve, qeyûm tayîn bike.”

Kişanak di bersivên pirsên Artî Gerçekê yên Seda Taşkin de, qala hilbijartinên herêmî yên ku wê di Adara 2024an de li Tirkiyê bên kirin kir.

Kişanak anî ziman ku heta qanûna "destûr dide hikûmetê ku qeyûm tayîn bike li şaredariyan" bêyî biryara darazê ya dawîn be, ti şaredariyeke ku partiyên mûxalefetê bi dest xistin ne ewle ye.

"Hikûmet nikare qeyûm tayîn bike"

Kişanak eşkere kir, piştî hilbijartinên herêmî dibe ku hikûmet ji bo şaredariyên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi dest xistine qeyûm tayîn neke û got,

“Nefikirin ku vê carê tenê şaredariyên bi Partiya DEMê re rûbirûyî metirsiya qeyûman in. Qeymeqaman her tiştê şaredariyên parêzgehên Kurdistanê du dewran firot, budçe talan kirin, şaredarî kişandine nav deynan.

Herwiha Kurdan li ser sindoqan îradeya xwe diyar kirin û li dijî polîtîkaya qeyûman helwesteke zelal nîşan dan. Ez bawer im di vê hilbijartinê de gel wê dersa pêwîst li ser sindoqan bide partiyên qeyûman.

Ji ber van sedeman dibe ku hikûmet vê carê hewl nede şaredariyên ku DEM bi ser bikeve, qeyûm tayîn bike.”