Gotinên balkês ên Netanyahu yên li ser Îran û Hamasê!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re ku serdana Îsraîlê dike, di civîna çapemeniyê de daxuyanî da. Netanyahûyê ku soza tunekirina Hemasê dabû, li dijî Îranê jî got, "Bi alîkariya Trump em ê vî karî biqedînin."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ku serdana Îsraîlê kiribû, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Tel Avîvê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de axivî.
Netayahu destnîşan kir ku Îsraîl bi biryar e ku di şerê bi Xezzeyê re bigihîje armancên xwe, Netayahu eşkere gef li Hamasê xwar.
"Em ê Hamasê ji holê rakin"
Netanyahu bertek nîşanî polîtîkayên Hamasê yên taloqkirina pevguhertina girtiyan da û got, "Em ê Hamasê tasfiye bikin. Ger Hamas hemû girtiyan bernede em ê bi Trump re deriyên dojehê vekin."
Rubio got ku Hamas "nikare wek hêzeke ku Xezzeyê kontrol dike bijî" û divê bi temamî were tunekirin.
"Trump dostê herî mezin ê Îsraîlê ye" Netanyahu diyar kir ku wan bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rubio re hevdîtineke berhemdar pêk anîne û diyar kir ku ew bi Trump re di nava hevkariyê de ne û wiha got: "Trump li Qesra Spî dostê herî mezin ê Îsraîlê ye."
"Em ê Îranê biqedînin"
Netanyahu her wiha bal kişand ser çalakiyên berevaniyê yên Îranê ku vê dawiyê bi hewlên xwe yên ji bo çêkirina çekên atomî bûye sedema tirsê di nav Îsraîl û Amerîkayê de. Netanyahu bal kişand ser wê yekê ku ew bi Amerîkayê re lihev dikin ku Îran nebe xwediyê çekên atomî, Netanyahu ragihand ku ew û Trump wê Îranê biqedînin.
Netanyahu got ku Îsraîl pabendî agirbesta li Lubnanê ye lê divê Hizbullah bêçek bibe. Netanyahu got, "Em tercîh dikin ku Lubnan bi xwe vê yekê bike, lê heke hewce bike, Îsraîl wê vê yekê bike," Netanyahu got û derî ji destwerdanek gengaz re vekir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin