Netanyahu: Erka sereke ya li pêş me hilweşandina rejîma Îranê ye

03 îlon 2026 23:41

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu hilweşandina rejîma Îranê wekî "erka sereke" ya Îsraîlê bi nav kir. Netanyahu got, "Em di vî warî de bi şiyanên xwe bawer in" û tekez kir ku armanc "ne negengaz e, lê pêkan û li ber destê me ye."

Netanyahu: Erka sereke ya li pêş me hilweşandina rejîma Îranê ye

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, di berdewamiya gefên xwe yên li dijî Îranê de, hilweşandina rejîma li Tehranê wekî armanca sereke ya Îsraîlê bi nav kir.

Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, Netanyahu li kompleksa wezareta parastinê ya Kirya li Tel Avîvê bi Wezîrê Parastinê Îsraêl Katz, Sererkanê Giştî Eyal Zamir û fermandarên din ên payebilind re hevdîtin kir.

Di axaftina xwe ya li wir de, Netanyahu îdia kir ku wan gefên Îranê pûç kirine û diyar kir ku rejîma Tehranê "ji her demê zêdetir şepirze û lawaz e."

"Ne negengaz e, lê pêkan û nêzîk e"

Netanyahu got, "Erka me ya sereke ya li pêş me hilweşandina rejîma Îranê ye û di vî warî de em bi şiyanên xwe bawer in."

Netanyahu, ku hilweşandina rejîma Îranê wekî "peywira xwe ya sereke" pênase kir, anî ziman ku ev armanc "ne negengaz e, lê pêkan û di ber destê me de ye."

Netanyahu her wiha îdia kir ku Îran ji ber tirsa tolhildana Îsraîlê xwe ji êrîşê dûr girtiye û got ku civaka Îsraîlê li ser vê mijarê yekgirtî ye.

Li Îsraîlê hilbijartin di 27ê Cotmehê de

Gotinên Netanyahu tenê çend hefte beriya hilbijartinên ku ji bo 27ê Cotmehê li Îsraîlê hatine plankirin, hatin.

Anketên raya giştî nîşan didin ku Partiya Yashar, bi pêşengiya Sererkanê berê yê Giştî Gadi Eisenkot, di pêşbaziya hilbijartinê de li pêş e.

Hêjayî gotinê ye ku Netanyahu, yê ku di rapirsiyan de li paş e, her ku hilbijartin nêzîk dibin, gotin û gefên xwe yên li dijî Îranê zêde dike.