Erka avakirina hikûmetê, ji bo Netanyahu hat dayîn

14 mijdar 2022 01:00
Erka avakirina hikûmetê, ji bo Netanyahu hat dayîn

PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, erka avakirina hikûmeta nû, da rêberê Partiya Likud Binyamin Netanyahu. Dayîna erkê ya ji bo hikûmeta nû, bi rêya daxuyaniyeke ji bo raya giştî ya cîhanê hat ragihandin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Isaac Herzog piştî hevdîtinên ku bi grupên nav meclisê re kiriye, ragihand ku wî erka avakirina hikûmeta nû, daye Binyamin Netanyahu.

Di hûrgiliyan de hat eşkerekirin ku di van hevdîtinan de 64 parlamenteran Binyamin Netanyahu wekî namzedê Serokwezîrtiya Îsraîlê nîşan daye û 28 parlamenteran jî Yair Lapid wekî namzed nîşan daye.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku 28 parlamenteran jî dengên xwe ji bo nîşandana namzedan bin kar nehanîne.

Herzog, bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku ji ber ev partî partiya herî mezin a nav meclisê ye û ji ber ku piştgiriya herî zêde girtiye, wî erka hikûmetê daye Netanyahu.

Tê payîn ku di nav 28 rojên yasayî de hikûmeta nû ya Îsraîlê were avakirin û dest bi erkê bê kirin.