Mîçotakîs bi ser ket, erka avakirina hikûmetê vegerand!
PeyamaKurd- Serokê Partiya Demokrasiya Nû (ND) Kiryakos Mîçotakîs ku di hilbijartinên giştî yên 2 roj berê yên Yunanîstanê de bi ser ket, erka avakirina hikûmetê vegerand.
Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Yunanîstanê hatin ragihandin, Kiryakos Mîçotakîs erka avakirina hikûmetê ya ku Serokomara Yunanîstanê Katerina Sakelaropulu dabû, vegerand.
Li gorî hat ragihandin, ji aliyê Serokomara Yunanîstanê Katerina Sakelaropulu ve ji bo avakirina hikûmetê erk hatibû dayîn lê belê piştî çend saetan Mîçotakîs bi telefonê ji Sakelaropulu re gotiye ku "Ez difikirim ku şert û mercên avakirina hikûmetê ji parlamentoya niha tunene.”
Koalîsyona Çep a Radîkal-Tifaqa Pêşverû (SYRIZA) ji bo avakirina hikûmeteke 3 rojan, di hilbijartinê de bû duyemîn.
Heger Tsipras di pêvajoya avakirina hikûmetê de têk neçe, dê erk bikeve ser milê Serokê Tevgera Sosyalîst a Panhelenîk (PASOK) Nikos Androulakis ku di hilbijartinê de bû 3mîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin