Yunanîstan: Çipras jî erka avakirina hikûmetê red kir!

24 gulan 2023 17:30
Yunanîstan: Çipras jî erka avakirina hikûmetê red kir!

PeyamaKurd- Piştî Hilbijartinên Giştî yên ku di 21ê Gulanê de li Yunanîstanê hatibûn kirin û Serokê opozîsyona sereke ya Yunanîstanê Alexis Çipras jî erka avakirina hikûmeta nû qebûl nekir.

Serokê Tifaqa Çep a Radîkal (SYRIZA) Alexis Çipras ku di hilbijartinên giştî yên 21ê Gulanê yên li Yunanîstanê de bû partiya duyemîn, erka avakirina hikûmetê ya ji aliyê Serokomar Katerina Sakelaropulu ve hatibû dayîn red kir.

Çipras, li ser sedema redkirina erkê got ku "Ez hatim ji we re bêjim ku ez ji ber berpirsyariya xwe ya destûrî erka avakirina hikûmetê nagirim ser milên xwe. Ji ber ku derfeta avakirina hikûmetê tuneye."

Miçotakis jî red kiribû

Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Miçotakis ku duh Sakelaropulu erka avakirina hikûmetê dabû wî û ku Serokê Partiya Demokrasiya Nû ye û di hilbijartinên giştî de bi ser ketibû, duh ragihandibû ku ji ber derfeta avakirina hikûmetê tuneye, ew vê erkê red dike.

Her wiha li gorî pergala nû ya hilbijartinê ya Yunanîstanê, dibe ku cara duyemîn hilbijartin çêbibin û xelkê Yunanîstanê car din berê xwe bide sindoqan.