Netanyahu ji Îran û Hizbulahê re: Ya zêtir di rê de ye
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu îşaret bi êrîşên nû li dijî Îran û Hizbulahê kir. Netanyahu diyar kir, "Em dê nehêlin Îran çekên atomî bi dest bixe" û lê zêde kir, "Ya zêtir di rê de ye."
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di peyameke vîdyoyî de, bersiv da îdiaya Serokê DYAyê Donald Trump a ku dibêje Îran hewl dide kapasîteyên xwe yên atomî jinûve ava bike.
Netanyahu got, "Serok Trump vê êvarê ragihand ku Îran hewl dide xwe bi çekên atomî jinûve çekdar bike. Ev rast e," û tekez kir ku heta ku ew serokwezîr be, ew dê nehêlin Îran bigihîje çekên atomî.
Netanyahu peyam ragihand ku êrîşên din li dijî Îran û Hizbulahê dikarin bên destpêkirin û got, "Ya zêtir di rê de ye."
Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz her wiha ragihandin ku artêşa Îsraîlê herêma Cebelî Elî Tahir li başûrê Lubnanê kiriye hedef. Netanyahu got ku di êrîşê de tunelên Hizbulahê hatine wêrankirin.
Di destpêka rojê de, Katz her wiha diyar kiribû ku, di rewşa her êrîşeke Îranê ya li dijî Îsraîlê de, tesîsên sereke yên enerjiyê yên Tehranê dê bên kirin hedef.
