Netanyahu: Em bi Trump re li ser mijara Îranê hemfikir in

29 tîrmeh 2026 12:43

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Trump re wekî "yek ji hevdîtinên herî baş a heta niha" bi nav kir û got: "Em li ser mijara Îranê bi Trump re bi temamî hemfikir in."

Netanyahu: Em bi Trump re li ser mijara Îranê hemfikir in

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, piştî şerê bi Îranê re di meha Sibatê de dest pê kir ji bo hevdîtina li Washingtonê li Qesra Spî cara yekem bi Trump re rû bi rû civiya.

Li gorî raporeke di The Times of Israel de, piştî hevdîtinê, Netanyahu hevdîtinê wekî "nûwaze" û "yek ji baştirîn hevdîtinên heta niha kirine " bi nav kir. Koşka Spî jî, di daxuyaniyeke kurt de, danûstandin wekî "berhemdar û erênî" bi nav kir. 

Trump jî piştî hevdîtinê bi rojnamevanan re neaxivî, li ser Truth Social parve kir ku hevdîtineke baş û erênî kirine.

Netanyahu îdia kir ku ew û Trump li ser "rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve" bi temamî li hev kirine.

Di axaftina xwe ya li ser bernameya nukleerî ya Îranê de, Netanyahu gefa ku heke hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin, ew ê teqez "bi rêyên din" bigihîjin armancên xwe, xwar.