Trump di mijara şerê Îranê de hişyarî da Netanyahu
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump eşkere kir ku, di axaftineke telefonî de bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re, wî hişyarî daye ku eger aloziyên heyî yên bi Îranê re derbasî şerê herêmî bibin, dibe ku Îsraîl xwe bi tenê bibîne.
RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo televîzyona Îsraîlê Kanal 12 re, Trump diyar kir ku wî ji Netanyahu xwestiye ku li dijî êrîşên mûşekî yên Îranê tolê nehilîne û lê zêde kir, "Min jê re got ku divê ew pir baldar be."
Têkiliyên dîplomatîk berdewam dikin
Trump îdia kir ku rayedarên Îranê bi Washingtonê re ketine têkiliyê û daxwaza rawestandina êrîşên dualî kirine. Trump, ku diyar kir ku wî piştî vê yekê careke din bi Netanyahu re axiviye, îdia kir ku wî Serokwezîrê Îsraîlê qanih kiriye ku êrîşan rawestîne.
Serokê DYAyê her wiha diyar kir ku gihîştina lihevkirineke berfireh bi Îranê re hîn jî mimkun e.
Êrîşên dualî qewimîbûn
Her çend di rojên dawî de di navbera Îsraîl û Îranê de êrîşên dualî qewimîbûn jî, Fermandariya Xatemu'l Enbiya, ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Îranê, ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îsraîlê hatine rawestandin.
