Netanyahu: Bi Trump re dê mijara Îranê biaxivin
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ku dê roja sêşemê li Washingtonê bi Serokê Amerîkaye Trump re bicive ragihand ku dê mijara Îranê di hevdîtinê de were gotûbêjkirin.
RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di destpêka civîna heftane ya kabîneyê de derbarê serdana xwe ya bo Amerîkayê de axivî.
Netanyahu diyar kir ku ew ê di hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, meseleya Îranê di serî de li ser hemû mijarên rojevê dê gotûbêjê bike.
Netanyahu ragihand ku ew ê beşdarî merasîma cenazeyê Senator Lindsey Graham, yê ku li Amerîkayê wefat kir, bibe û ji bo Graham got: "Yek ji hevalên herî mezin ên Îsraîlê ji dema damezrandina wê ve."
Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku şeva borî bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hevdîtin kir û da zanîn ku Rubio jê re gotiye ku "Niyeta Amerîkayê heye ku li dijî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) tedbîran bigire."
Netanyahu her wiha îdia kir ku ICC ya ku ji bo wî û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant biryara girtinê derxistibû, "dadweriya li seranserê cîhanê dixe xeterê."
