Deriye sînor ê li Rihayê bo Sûriyê piştî 12 salan vedibe
Deriyê Sînorî yê Kaniya Xezalan a Rihayê ku di sala 2014an de ji ber şerê li Sûriyê hatibû girtin biryar e ji sibê pê ve ji bo çûnûhatina sivîlan vedibe.
RûpelNews -
Parêzgeha Rihayê ragihand ku çûnûhatina sivîlan ji Deriyê Sînor ê Xezala Kaniyan bo Sûriyê ji sibê pê ve dê dest pê bike.
Deriyê Sînor ê Kaniya Xezalan di sala 2014an de ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyê hatibû girtin bi biryara parêzgeriyê piştî 12 salan ji bo sivîlan vedibe. Biryar wek asayîbûna pêwendiyên Şam û Enqereyê tê nirxandin.
Kesên hemwelatiyên Tirkiye û Sûriyeyê ne bi pasaportên xwe dikarin derbasî her du aliyan bibin.
