Dibistanên li Rihayê piştî erdhejê rojekê hatin girtin

24 îlon 2026 12:09

Piştî erdheja bi mezinahiya 5.4 a ku li navçeya Pira Reş a Rihayê qewimî, dibistanên li seranserê bajêr rojekê hatin girtin. Parêzgariya Rihayê ragihand ku lêkolînên destpêkê ti windahiya canî an jî zirarê eşkere nekirine.

Dibistanên li Rihayê piştî erdhejê rojekê hatin girtin

RûpelNews - Piştî erdheja ku di saet 10.40an de li Rihayê qewimî, dibistanên li bajêr hatin girtin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak, ragihand ku roja Pêncşemê 24ê Îlonê dê li hemû saziyên perwerdehiyê yên bajêr, her wiha li baxçeyên zarokan û navendên lênêrîna rojane ders nebin.

Li gorî daneyên AFADê, erdhej, ku navenda wê li Pira Reş bû, bi mezinahiya 5.4 pileyî û kûrahiya 7.39 kîlometreyan pêk hat.

Bolerî ne tenê li Rihayê lê herwiha li parêzgehên cîran, bi taybetî li Amed, Semsûr, Dîlok, Meletî, Mêrdîn û Êlihê jî hat hîskirin.

Parêzgariyê ragihand ku di kontrolên destpêkê yên li ser cîh de ti windahiya canî an zirar çênebûye, û tîm kontrolên xwe didomînin.