Deriyê Sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê piştî 14 salan ji nû ve vedibe
Hikûmeta Sûriyê ragihand ku xebat ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê ku di sala 2012an de hatibû girtin, dest pê kiriye. Tê payîn ku ev derbasgeh bibe heftemîn xala deriyê sînorî di navbera Tirkiye û Sûriyê de.
RûpelNews - Desthilatdarên Sûriyê dest bi karên ji nû ve vekirina deriyê sînorî yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de kirine.
Mazin Alluş, Rêveberê Têkiliyên Navneteweyî û Hevkariyê yê Rêveberiya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikên Sûriyê, ragihand ku li derbasgehê karên kolandin û amadekariyên teknîkî dest pê kirine.
Alluş diyar kir, "Em bi awayekî fermî dest bi avakirin û amadekirina vê deriyê sînorî yê jiyanî dikin, ku dê Sûriye û Tirkiyeyê bi hev ve girê bide. Ev derbasgeh dê bibe xala heftemîn a derbasgeha sînorî di navbera her du welatan de."
Dê qadên barhilgirî û rêwiyan werin avakirin
Hat destnîşankirin ku, di qonaxa yekem a kar de, dê qadên ji bo barkêşiya hawirdekirin û hinardekirinê û her weha yên ku dê ji bo veguhestina tranzît werin bikaranîn, werin pêşxistin.
Her wiha dê avahiyeke îdarî, termînalên rêwiyan, tesîsên gumrikê û cihên mana karmendan jî li derbasgeha sînorî bên avakirin.
Deriyê Sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê di sala 2012an de piştî derketina şerê navxweyî li Sûriyê hatibû girtin.
