Iraq: Sînorê bi Sûriyê re bi temamî di bin kontrolê de ye
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê Ebas Behadlî, ragihand ku sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de niha bi temamî di bin kontrolê de ye.
RûpelNews - Di daxuyaniya xwe de Ebas Behadlî got, "Rewşa ewlehiyê ya li sînor bi tedbîrên tund tê şopandin û parastin."
Berdevkî destnîşan kir ku stratejiya ewlehiyê ya hatî pejirandin, li ser xurtkirina ewlehiya mayînde û pêşîlêgirtina her hewldan an çalakiyên veşartî yên ku dikarin zirarê bidin ewlehî û aramiya welêt, ava bûye.
Behadlî tekez kir ku hewldanên ji bo zêdekirina bandora tedbîrên ewlehiyê yên li ser sînor, bê navber berdewam dikin.
Deriyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de piştî şer ji nû ve hatibûn vekirin.
