Iraq tedbîrên ewlehiya ser sînorê navbera xwe û Sûriyê zêde dike

01 berfanbar 2024 02:27
Iraq tedbîrên ewlehiya ser sînorê navbera xwe û Sûriyê zêde dike

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Iraqê Sabit Abasi, ji bo ewlehiya sînorê Iraqê û Sûriyê kontrol bike çû Şengalê. Bi wezîr Sabit Abbasi re cîgirê serokerkanê Iraqê û heyetekî ji hêzên hewayî hene. Wezaret di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got:

“Armanca seredana me ew bû ku em ewlehiya sînorê di bin berpirsiyariya xwe de kontrol bikin.”

Ji ber şerê di navbera HTŞê û artêşa Sûriye, Iraq leşkerên artêşa xwe yên ser sînor kir amadebaşiyê.

Heya niha di şerê navbera artêşa Sûriyê û HTŞê de 327 kes mirin. Ji grûbên bi HTŞê re û jê bi xwe 183 kes, ji artêşa Sûriyê 100 kes û ji sîvîlan 44 kes mirin.