Sererkanê artêsa Iraqê plana ewlehiya sînorên Kerkûkê gotûbêj kir
15 îlon 2022 23:22
PeyamaKurd - Sererkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah, îro 15ê Îlonê digel şandeke leşkerî serdana Kerkûkê û hêzên ewlehiya sînorê Kerkûkê kir.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Ebdulemîr Yarallah plana ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê ligel hêzên Iraqê gotûbêj kir.
Herwiha hat diyarkirin ku sererkanê artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah hejmarek rênima û biryarên nû ji bo hêzên ewlehiyê yên parêzgaha Kerkûkê der kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk ji ber nemana Pêşmerge rûbirûyî valahiyeke mezin a ewlehiyê bûye ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê jî zêde bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Iraqê: “Tehdîda Îsraîlê li ser me nîne”
18 adr 2025
Jiyan
Iraqê ji bo ewlehiya sînorên xwe pêngavekî nûh davêje
05 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin