Artêşa Sûriyeyê leşkerên xwe li ser sînorê Iraqê dicolîne

29 adar 2026 13:21

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, îro Yekşemê, piştî êrîşên bi dironan û hewildanên derbasbûna neyasayî ya komên çekdar, hêzên nû şandin ser sînorê Sûriye û Iraqê.

Artêşa Sûriyeyê leşkerên xwe li ser sînorê Iraqê dicolîne

RûpelNews - Çavkaniyeke leşkerî ji Wezareta Parastinê ya li Dêrezorê ragihand ku: "Sibeha îro tîpên nû yên leşkerî gihîştin ser sînor û li gelek xalên stratejîk, bi taybetî li devera El-Herî û derdora wê hatin bicihkirin." Hat diyarkirin ku ev sewqiyat ji bi dehan leşker, wesayîtên zirhî û çekên giran pêk tê û armanc jê girtina kunên ewlehiyê yên li ser sînor e.

Girtina şaneyên çekdar

Heman çavkaniyê aşkere kir ku ev gava leşkerî piştî wê yekê hat ku hêzên hikûmetê çend şaneyên ser bi Heşda Şeebî û Îranê ve li hundirê axa Sûriyeyê girtin. Hat destnîşankirin ku van kesan bi rêyên neyasayî ji sînorê Iraqê ve xwe gihandibûn hundirê Sûriyeyê.