Îtalyayê leşkerên xwe ji Iraqê û Herêma Kurdistanê vekişand
Wezareta Parastinê ya Îtalyayê ragihand ku vekişandina leşker û alavên xwe yên leşkerî ji Iraqê û Herêma Kurdistanê temam bûye. Bi vegera personelên leşkerî yên dawî bo Îtalyayê piştî veguhestina pêdiviyên lojîstîkî, hebûna leşkerî ya 12 salî ya Îtalyayê li Iraqê bi dawî bû.
RûpelNews - Leşkerên Îtalî di sala 2014an de, piştî ku DAIŞ beşeke mezin a Iraqê dagir kir, wek beşek ji koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYAyê, li Iraq û Herêma Kurdistanê hatibûn bicihkirin. Di dema bicihkirina xwe de, yekîneyên îtalî beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûn û her wiha ji bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmergeyan piştgiriya perwerdehî û şêwirmendiyê pêşkêş kirin.
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto diyar kir ku vekişîn ne biryareke yekalî bû, lê belê li gorî peymaneke ku bi hikûmeta Bexdayê û welatên hevalbend re hatibû kirin, pêk hat. Crosetto got ku di qonaxa nû de, berpirsiyariya parastina serwerî û ewlehiya Iraqê dê bi temamî derbasî saziyên ewlehî û leşkerî yên welêt bibe.
Amûrên leşkerî jî hatin vekişandin
Îtalyayê ji Adara 2026an û pê de, dema ku şerê di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de hîn berdewam dikir, dest bi vekişandina hêdî hêdî ya beşeke girîng a leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî kiribû. Di qonaxa dawî de, personel û alavên leşkerî yên mayî yên li Iraqê jî ji welêt hatin vekişandin.
Hat ragihandin ku dê çalakiyên koalîsyona navneteweyî û NATOyê li Iraqê ji navendên li derveyî welat bên domandin. Hat destnîşankirin ku dê mîsyona NATOyê ya li Iraqê bi awayekî demkî ji Fermandariya Hêzên Hevpeyman a Hevbeş a li Lago Patria ya nêzîkî Naplesê were birêvebirin.
Paşvekişîna Îtalyayê beşek ji plana hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYAyê ye ku operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê heta 30ê Îlonê bi dawî bikin. Ajansa Reutersê ragihand ku fikarên ewlehiyê hene ku dibe ev paşvekişîn bandora komên çekdar ên girêdayî Îranê li Iraqê zêde bike û ji bo şaneyên DAIŞê derfetê çêbike ku dîsa çalak bibin.
