Artêsa Lubnanê li sînorê Sûriyê kete amadebasiyê
10 mijdar 2025 23:01
PeyamaKurd- Artêşa Lubnanê piştî şopandina tevgerên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hewldanên avakirina xaleke leşkerî li ser girekî herêma sînorî ya nakok, li devera Cerûd Ersal kete amadebaşiyê.
Li gorî nûçeya El Nehar ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê, yekîneyeke artêşa Lubnanê piştî şopandina tevgerên hêzên Şamê bilez li derdora gir belav bûye da ku rê nede guhertinên meydanî li herêmê çêbin. Heman çavkaniyan daye zanîn ku armanca artêşê ji vê tevgerê, parastina sînorê rojhilat û serweriya Lubnanê ye.
Çavkaniyan daye xuyakirin, ji bo şopandina geşedanên meydanî û parastina ewlehiya sînor, pêwendî didomin, lê ew hewldanên ferzkirina rewşeke nexwestî li ser xaka Lubnanê jî red dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Lubnanê hin deverên Sûriyê topbaran kir
09 sbt 2025
Cîhan
Artêsa Iraqê hêzên li Singalê û sînorên Iraq-Sûriyê zêdetir dike
13 nsn 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin