DAISê karsazê Kurd kust: Ji bo dayîna termê wî dixwaze 100 hezar dolar bisînin Tirkiyê

16 sibat 2021 22:10
DAISê karsazê Kurd kust: Ji bo dayîna termê wî dixwaze 100 hezar dolar bisînin Tirkiyê

PeyamaKurd -  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bazirganekî Kurd piştî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye revandin û kuştin, ji bo radestkirina termê wî 100 hezar dolaran dixwazin.

SOHRê daye xuyakirin, rêxistina terorî ya DAIŞê bazirganê Kurd ê bi navê Ebas Xizir Cume yê 25 salî û xelkê gundê devera Hesekêyê revandiye û piştre jî ew kuştiye.

Hat diyarkirin ku bûyera revandin û kuştina bazirganê Kurd, li nêzîkî gundê Kiwaşiye yê navbera Şedadî û gundên başûrê Hesekê rû daye.

Herwiha terorîstan wêne û vîdyoya dema kuştina wî, bi rêya telefona bazirganê Kurd, ji hevjîna wî re şandiye ku bê çawa hatiye kuştin jî nîşan dane.

Di vîdyoyê de bazirgan li ser çog e û destên wî li paş wî hatine girêdan, dengê kesekî tê bihîstin û dîmena wî ne diyar e, berî teqandina guleyê li ser bazirgan, dibêje: “Ev bi eslê xwe Kurd e, li cem hêzên navxweyî dixebite.”

Birayê bazirganê Kurd, Deham Xizir Cume diyar kiriye: “Kesên nenas, birayê min û şirîkê wî Mihemed Zahîr Abir, ku ew jî hatiye kuştin, bi xapandina kirîna otomobîlê, revandine.”

Deham Xizir Cume herwiha eşkere kiriye: “Bi rêya name, terorîst ji bo radestkirina termê wî, 100 hezar dolar dixwazin û dibêjin bişînin Tirkiyê.”

Cume diyar kir: “Birayê min di pêwendiya herî dawî ya telefonî de di 4ê vê mehê de got 'ez hatime revandin û li devera Şedadî me', piştî wê pêwendiya me qut bû heta 8 rojan, lê zanyariyên telefona wî derdixe holê ku birayê min û şirîkê wî, li devera Behre ya deşta Dêrezorê hatine kuştin.”