Bûbê Eser: Ji bo enfal bas bê zanîn, divê em vê bûyera qirêj bi gelê cîhanê bidin nasîn

17 nîsan 2019 18:54
Bûbê Eser: Ji bo enfal bas bê zanîn, divê em vê bûyera qirêj bi gelê cîhanê bidin nasîn

PeyamaKurd - Nivîskarê Kurd Bûbê Eser ku hêza jiyana xwe ji nivîskariyê û Kurdbûyîna xwe distîne, li ser jiyan û serpêhatîya xwe ji Peyama Kurd re axivî. Bûbê Eser heta niha çend kitêb li ser enfalê nivîsandine û ya herî dawî ’Qêrîna Barzan’ jî li benda çapê ye.

Bûbê Eser dibêje,  ”Ji bona mijara enfalê baş bê zanîn û nasîn, divê em weke rewşenbîrên kurd heta ji me bê divê em vê bûyera qirêj bi gelê cihanê û bi xelkê xwe bide zanîn. Divê hukumeta Kurdistanê ji bona weşandina berhemên weha bibe alîkar. Çiqasî berhemên enfalê bêne weşandin wê ew jî ewqasî bê nasîn û zanîn.”

Peyamakurd: Brêz Bûbê Eser, te kengî û çawa dest bi nivîsandina kurdî kir? Ji kerema xwe re dikarî ji xwendewanên Peyamakurd re hinekî qala çîroka nivîskarîya xwe bikî?

Bûbê Eser: Berê dixwazim spasî we bikim. Ji bona vê derfeta ku we da min ku ez bikaribim hinekî behsa xwe, serpêhatiyên xwe, kar û xebatên xwe bikin.

Dema hatim swêdê (1983) min fêm kir ku divê em rewşenbîrên kurd bi zimanê xwe bixwînin, biaxifin û binivîsînin. Lewra piştî ku ez hinekî baş bûm, ango ji ber êşkenciyên li min kiribûn, hinekî rehet bûm. Çav û guhê min emeliyat kirin û qederê du salan jî li nexweşxana xaça sor hatim tedawî kirinê.

Min di sala 1986an dest bi kurdî nivîsandinê kir û her di wê demê de min ahd ango sond xwar ku ez ê heta hebim bi tirkî nenivîsînim û bi kurdan re tirkî qise nekim. Helbet biryareke zor bû, lê bawer bin xweş û hêja bû. Hê jî li ser wê sonda xwe me û kêfxweşim.

Ez ji sala 1986an û virde tenê bi kurdî dinivîsînim. Ji bona ez bikaribin bi kurdî binivîsînim min berê dest bi xwendina pirtûkên kurdî kir. Dema tê gihiştim ku êdî kurdînivîsandina min baş bû. Min di kovara Federasyona Komelên Kurdistanê di Berbangê de dest bi kurdî nivîsandinê kir. Her çû ev destpêk fireh bû. Min di gelek kovar û rojnemeyên kurdan de bi kurdî nivîsî.

Dema ez ji xwe û nivîsandina bi kurdî bawer bûm Min dest bi romana xwe ya ewil û li ser zîndana bi navê 5 nolî yê kir. Min ev berhema xwe di şeş salan de qedand û bi ser jî ketim. Kêfxweşim ku min ew bi kurdî nivîsand. Heta niha jî tenê ew berhema ango romana min bi kurdî li ser zîndana Diyarbekirê heye.

Bifikirin ku zêdeyî pênc hezar xort û keçên kurdan di wê zîndanê de bûn. Lê kî/ê derket berhema xwe ya li ser wê zîndanê bi tirkî nivîsîn. Heta niha jî tenê bi kurdî ya min e. Ev ji bona min serketineke mezin e û pê jî şad û bextewar im.

Peyamakurd: Tu yek ji wan kurdanî ku di girtîgehê de mayî û mixabin li te gelek îşkence hatîye kirin. Her veha bi navê “Gardiyan” berhemek te jî heye. Kerema xwe re dikarî hinek qala çîroka vê berhemê bikî?

Bûbê Eser: Ez di roja 2.1.1980 li cihê min lê kar dikir (Zîraat Donatim Kurumu) hatim girtin. Polîs û leşkeran berê dora cihê karê min girtibûn, dûre polîs ketin hundir nasnemeya karkerên wir yek bi yek dixwestin, li wan dinêrî û dîsa li wan vedigerandin.

Dema ketin odaya min lê kar dikir û nasnameya min xwestin min dirêjî wan kir. Piştî lê nerîn bi têlsiza bi wan re agahdarî dan û gotin: ”Me Bûbê Eser girt” piştî vê li masaya min ya kar û li ser min geriyan. Bi vê gerê gelek tiştên partiyê di dexlika masaya min de girtin. Heger min qise kiriba an ew tiştên hatibûn girtin ji bona wan gotibana hema bêjin wê demê partiya me nedima.

Lê min halan di xwede hilda ku qet di êşkencê de qise nekim. Her weha jî bû. Piştî êşkenceyên bi saetan, polîsan nerî ku qise nakim qehirîn û ceriyan zêde dane min bi vê yekê dilê min disekine. Doktorê xwe tînin ser min dinerin ku dilê min sekinîye.

Di destpêkê de wan xwestin min jî weke gelekên berî min û li dû min kuştibûn avêtibûn cemê Dicleyê ya jî binax kiribûn.

Lê nikarîbûn li min weha bikirana. Ji ber ku dema wan ez li cihê karê min girtim, şefê min; daxwaza wan ez girtime û birime, kaxezekê ji polîsan kir. Piştî munaqeşeyên dirêj polîs mecbûr man ku kaxeta ku wan ez ji wir girtim û birim da Şefî min. Aha bi saya wê kaxetê, wan nema dikarîbûn min veşêrin.

Dibînin, dilê min sekîniye, cilên min li min dikin, porê min şeh dikin û min di qatê çaran de davêjin jêr da ku bêjin; Xwest bireve xwe avêt” Lê piştî wê avêtinê, li ser trêmpêla (teksî) ya dikevim û dilê min ji nûde xebitî. Yanî wan him ez kuştim him jî sax kirim.

Min hefteyekê di nexweşxanê de hiştin, dûre ez dîsa birim cihê êşkencê da ku wan tiştên girtibûn ji bona wan bêjim. Lê min dîsa qise nekir. Vê carê ez xistim hucreyekê ku binê wê ax bû ew jî av lê kiribin şîl bû da ku bêtir serma bigirim. Piştî sê rojan hatin ba min û gotin: ”Bûbê ya tê qise bike ya jî em ê te di virde bişewitîne”? Min dîsa tiştên wan dixwest negot. Vê carê jî agir berra nigê min î çepê dan. Boksek li min dan û çûn.

Çîrok dirêj e. Loma kin dibêjim. Dûre ez bi wî halê nexweş û nigê min î şewitî ez derxistim ba dadgêr (Sawcî) wî jî emrê girtina min da û ez şandim girtîgehê.

Ez nêzîkî sê salan di girtîgehê de mam û piştî tahliye bûm, (19.5.1982)  ez mecbûr mam ku welatê xwe biterkînim. Di dawiya 1983an hatim Swêdê

Peyamakurd: Ev çend sal in ku cenabê te li derveyî welat dijî. Gelo bandora jiyana li derveyî welat çi kêm û zêdeyî li berhemên te kirîye?

Bûbê Eser: Ez ji dawiya sala 1983an li swêdê dijîm. Yanî 36 Salin ku ji welatê xwe dûr û li xerîbiyê dijîm. Helbet jiyana li derveyî welêt ne xweş e. Ji ber ku mirov tim di hesreta welatê xwe, cih û warê xwe de ye. Lê ez û yên weke min ne ji kêfa xwe hatin vir. Em mecbûr man birevin.

Piştî demekê em li xerîbiyê jiyan û me dît ku em nema dikarin karê siyasî li ewropa ji bona welatê xwe bike. Ya jî ez weha fikirîm. Ji ber vê min giranî da karê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe, kurdiya delal.

Xebatên min di vê rêyê de berdewam kir û berhema xwe ya ewil bi navê GARDIYAN min bi zimanê xwe ê şêrîn di sala 1994an li swêd da weşand.  Derdê min ew bû ku ez bi zimanê xwe, rewşa wê zîndanê bi xelkê xwe û bi cihanê bidim zanîn ku bê di wê zîndanê de çi dianîn serê girtiyên kurd.

Armanca min bi zimanê xwe weşandina berhemeke weha girîng ev bû, zimanê me jî ne kêma tu zimanan e. Ez fikirim ku ev berhem dema ji bona zimanê din bê wergerandin, wê bêjin ango binivîsînin: ”Me ji kurdî wergerandiniye Yunanî, tirkî û hwd.” Wê demê ev berhem dibe malê kurdan.

Ev romana min; piştî bi kurdî hate weşandin, bi zimanê Yunanî (Grekî) û li yunanistanê jî hate weşandin. Dûre dîsa bi kurdî û bi tirkî di nav weşanên DOZ ê de li tirkiyê jî hate weşandin. Pişt re bi soranî jî li başûrê kurdistanê weşandin. Bi qasî agahdarim ev roman ango GARDIYAN niha li bakurê kurdistanê û li tirkiyê tune ye. Çapeke din jê re lazim e, lê…

Piştî ku ev li Yunanistanê hate weşandinê, wan xwestin vê bikin filmê sînemayê. Hê jî li benda wan im. Ka em binêrin. Yunaniyan ji min re gotin:”Ev berhemek zêr e û em ê bixwazin wê bikin filmê sînemayê”. Hê li benda wan im.

Peyamakurd: Romana “Barzan digirî” romanek herî giring ya ji dîroka Kurdistanê ye. bala me hemûyan carek di dikşîne ser vê bûyerê ji kerema xwe hinek qala pêvejoya nivîsandina vê berhemê bike?

Bûbê Eser: Hûn ya rastî bixwazin heta niha jî hê baş û zelal mesela enfalê nehatiye fêm kirin. Lewra jî bi nivîsandina vê romanê min xwest vê vekirî û bi zimanekî rehet weke roman bidim xelkê xwe ku vê baş û rast fêr bibin.

Ji bona vê, divê min jî ev roman di warekî rasteqîn û ji devê kesên wan hatibûn enfalkirinê binivîsanda. Weha jî bû…

Ji bona wê jî ez di sala 2007an de ji Swêdê çûma welatê xwe ê azad û li devera Barzan bi cih û war bûm. Qederê salekê wir mam. Xebat û lêkolînên xwe li wir qedand û vegeriyam swêdê da ku wan ji bona çapê amade bikim.

Min xebata xwe rojên seredana sê malên kesên wan hatibûn enfalkirinê de destpêkir.

Piştre ez li pîrê rast hatim an lê hay bûm ku ew keseke zane, bîrevir û têgihiştî bû. Ev pîra min bi eslê xwe rûsî bû. Lê dema Barzaniyê mezin li gel pêşmêrgeyên xwe ji çûbûn sovyetê hin pêşmêrgeyên ciwan li wir bi hin qîzên rûsan re zewicîbûn. Di vegera Kurdistanê de ew jî ango jinên wan jî teva wan hatibûn.

Pîra min Gulxanim jî yek ji wan bû.  Wê dîroka Barzaniyan baş dizanî bû ji ber ku ew êdî jina pêşmêrgeyekî bû. Min Barzan Digirî li gor gotinên wê û serpêhatiyên wê weke roman nivîsî û pêşkêşî gelê xwe û cihanê kir. Yanî wê digot min dinivîsî. Dûre min kir forma romanê da ku ji xwendina wê mirov aciz ne be.

Ji bona nivîs dirêj nebe, kesên vê meraq dikin divê vê romanê bixwînin. Da ku dîroka Barzaniyan û kurdistanê baş fêr bibin.

Ev roman li tirkîyê û li bakurê Kurdistanê ji teref weşanxaneya Sîtavê hatiye weşandin. Her weha şanoya enfalê jî min di 25 saliya enfalê Barzaniyan de (2008) li swêd weşand. Niha jî soraniya Barzan Digirî ji bona çapê amade ye. Lê kî dê wê çap bikin, nizanim.Ji ber ku çapkirina pirtûkan ji nivîsandina wan zortir bûye.

Niha jî berhema ya herî girîng ku wê bibe alîkarê malbatên kesên wan hatine enfalkirin û ji hevpeyvînên yên min bi wan re kirî ye, ji bona çapê amade ye. Ev berhem bi herdu zaravayên kurdî (Kurmancî û Soranî) û bi herdu elfabeyan (Latînî û erebî) hatiye hazirkirin.

Lê ji ber derfetê aborî niha ew di ambara weşanxana Sîtavê de sekini ye. Pirtûk 320 rûpelan pêk tê û nêzî 100 wêneyên bi reng yên enfalê tê de hene, loma hinekê mesrefê çapê giran e. Dewlemendek an çend dewlemendin kurd alîkarî bikirana da ku me ev jî bida weşandinê dê gelekî baş bibe. Lê dewlemendên kurdan ji bona tiştên weha çav û guhên xwe girtine, ne dengê me dibihîzîn ne jî bangên me dibînin an dixînin.

Peyamakurd: Mixabin di gel ku bûyera ENFALê ya devera Barzan bûyerek gelek mezin û bi êş e, di dîroka Kurdistanê de hatîye jîyîn; ev bûyer têra xwe nayê ziman. Heta em dikarin bêjin, haya hinek kurdan jî jê nîne an jî baş nizanin. Di vê mijarê de kêmasî ya kijan alîye?

Bûbê Eser: Rast e. Ez tim dibêjim ku ev baş nayê zanîn. Ji ber ez bi xwe di nava wan de jiyam û bûme yek ji wan. Ez jiyana malbtên kesên wan hatine enfalkirin baş dinasim û dizanim.

Ji bona mijara enfalê baş bê zanîn û nasîn, divê em weke rewşenbîrên kurd heta ji me bê divê em vê bûyera qirêj bi gelê cihanê û bi xelkê xwe bide zanîn. Divê hukumeta Kurdistanê ji bona weşandina berhemên weha bibe alîkar. Çiqasî berhemên enfalê bêne weşandin wê ew jî ewqasî bê nasîn û zanîn.

Ez bawerim piştî weşandina romana Barzan Digirî  mijar enfalê li bakurê kurdistanê hinekî hat zanîn û fêmkirinê. Lê têr nake divê ev kar her berdewam be. Divê em mijara Enfalê weke jenosîd di qada navneteweyî de bidin qebûlkirinê û ji bona wê divê kar bê kirinê

Ji xwe armanca nivîsandina Şano (Dîroka Rureş,) Roman (Barzan Digirî) û wan hevpeyvînên min li gel malbatên wan kirine (Qêrîna Barzan) ev bû ku em vê bûyerê di warekî rast bidin. Ji ber vê bû min mala xwe, zarokên xwe karê xwe li swêdê hişt û qederê salekê li welatê xwe ango li başûrê kurdistanê bûme mêvan da ku vana binivîsînim. Ev bû 12 salin ku li ser enfalê kar dikim.

Min li gor îmkanên xwe û bi alîkariya weşanxana Sara (Dîroka Rûreş Şano) û Sîtavê (Romana Enfalkirina 8000 Barzaniyan)  du berhemên enfalê weşandin Ya sisiyan jî ji bona çapê amade ye. Lê…

Peyamakurd: Pirsa dawî gelo niha çi xebatên te ên tu li ser dixebîtî heye? Dikarî ji xwendewanên xwe re mizgînîyek boy berhemek nû bidî?

Bûbê Eser: Belê mizginî heye û wê her hebe. Min jiyana xwe ji bona karê nivîsandinê tarxan kirî ye. Heta ji min bê û sax bim ez ê vî karî bikim. Ji ber ku jê hez dikim.

Heger hat û Qêrîna Barzan bê weşandin, wê gavê ez ê weke mizginiyekê û cara ewil bidim we û xendevanan ku berhema ”Barzanî kî nê?” dê bê weşandin.

Niha çend berhemên min hene ku divê bêne çapkirin. Lê ez li bendê me ku Qêrîna Barzan çap bibe da ku dest bavêjim yên din. Heta ev çap nebe, nikarim dest bi yên din bikin.

Bila xwendevan rehet bin, kêfa nas û dostan li cih be ku wê Bûbê Eser heta sax be dê nesekine wê her ji bona we binivîsîne û wê çend berhemên din jî bide weşandin. Lê heta Qêrîna Barzan neyê weşandinê nikarim karekî din bikin.

Peyamakurd: Ji boy ku te wextê xwe ji me re terxand û pirsên me bersivand gelek spas dikim.

Bûbê Eser: Ji bona we ev îmkan da min ez jî spasî we dikim. Hêvîdarim ku ev hevpeyvîn bibe alîkar da ku dewlemendekî kurd Qêrîna Barzan bide weşandinê. Piştî wê jî ez ê berhema xwe ya bi navê ”Barzanî Kî Ne?” bidim weşandinê…

Bûbê Eser kî ye?

Bûbê Eser di sala 1955an de li Tirkiyê li bajarê Mêrdînê li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatitye dinyê.

Wê bidistana xwe ya seretayî li gundê Qesra Qenco orte û lîsa jî li bajarê Mêrdînê diqedîne. Wî di sala 1975an Li paytextê Tirkan li Ankarayê  dest bê uniwerstiyeya Aborî kir. Salek mabû ku wî uniwersite bideqanda,  ji ber ku ew tê girtin û dikeve girtîgehê ew ne qedand…

Bûbê ji ber xebatên xwe yên siyasî, yên ji bona azadiya welatê xwe di sala 1980ê ew hê zavayekî du mehî  bû tê girtin. Bi tevayî 72 rojan di îşkenceyê de dimîne. Di îşkenceyê de ji ber dilê wî disekine. Polîs wî mirî dizanin loma wî di qata çaran de davêjin jêr da ku bêjin wî xwest bireve. Lê dema davêjin ew li ser erebeya polîsan dikeve û dilê wî ji nû de dişuxule û bi vê ew ji mirinê xilas dibe. Yanî polîsan ew kuşt lê xwedê ew nekuşt.

Piştî wê bûyerê polîs wî hefteyekê di nexweşxanê de dihêlin û dûre wî ji wir derdixin û dibin cihê îşkencê. Li wir jî Bûbê daxwaza wan pêk nîne, loma vê carê jî polîs nigê wî yê çepê dişewîtinin. Di canê wî de mirov bi rehetî dikare cihên îşkencayan bibîne.

 Di sala 1980ê meha tebaxê de dema ew di girtîgehê de bû keçek jê re çê dibe. Navê wê dike Rojbîn lê ji ber wê demê navê kurdî qedexebûn, daireya nifûsê vî navî qebûl nakin û dibêjin ev qedexe ye. Dayika wê mecbûr dimîne ku navê bike bi tirkî û dikin Duygu. Lê ew her li ber dilê Bûbê Rojbîn e. Ji ber ku wê demê darbeya leşkerî hatibû kirin loma Bûbê heta demeke dûr û dirêj nikarîbû keça xwe bibîne.

Bûbê Eser di sala 1982 meha gulanê ji girtîgehê tê berdan. Lê ew her di bin çavderiya polîsan dijî. Loma ew  vê dayax nake û li gel malbata xwe dihare başarê mala xwezûranê xwe Trabzonê hêla Behra Reş. Li wir çend mehek li gel malbata xwe xweş derbas dikin. Lê dîsa li wir dikev bin çavdariya polîsan loma ew mecbûr dimîne ku welatê xwe terk bike.

Bûbê Eser di sala 1983an meha 11an de tê swêd û hîn jî li vir dijî. Lê Swêdê ew du salan di nexweşxana xaça sor de tê tedawîkirin. Wî ji ber lêdana polîsan çav û guhên xwe li nexweşxana ”karolinska” û” sebatsberg” emeliyat kirin. Niha tenduristiya wî ne ewqas xerab e lê ne zêde baş e jî.

Bûbê li swêd bêtir dest avêt karê nivîskariyê û heta niha 8 berhemên wî derketine. Berhama wî ya bi navê Gardiyan ku li ser jiyana wê girtîgeha ku ew bi xwe jî qederê 3 salan tê de bû, ye. Ev pirtûk du caran bi zimanî kurdî, bi zimanê yunanî û zimanê tirkî hatiye weşandin.  Bûyerên vê pirtûkê hemû rast in. Bûbê bi xwe jî gelek ji van bûyeran jiyaya û bi serê wî de jî hatine.

Bûbê Eser zewicîye du keç û du kurên wî hene.

Berhemên wî yên hatine weşandin:

  1. Gardiyan (Roman)
  2. Jiyanek (Roman)
  3. Sîno bû Efendî (novel)
  4. Zewaca Şaş (Şano)
  5.  Rastiya me (Nivîs)
  6. Dîroka Rureş (Şanoya Enfalê)
  7. Enfal û Jenosîd (lêkolîn)
  8. Barzan Digirî (Romana 8000 enfala zilamên Barzaniyan)