YPG: Me operasyonên hevbes ên bi Amerîkayê re rawestandin!

03 berfanbar 2022 16:05
YPG: Me operasyonên hevbes ên bi Amerîkayê re rawestandin!

PeyamaKurd – Di daxuyaniya YPGê de hat ragihandin ku ji ber êrîşên asmanî yên Tirkiyê hemû operasyonên hevbeş ên bi Amerîkayê re rawestiyane.

Amerîkayê ragihand, ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê wan hemû operasyonên hevpar ên bi koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê re rawestandiye.

Berdevkê YPGê Aram Henna ku derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, “Hemû xebatên koordînasyon û têkoşîna hevpar a bi koalîsyonê re, herwiha hemû operasyonên taybet ên hevpar ên ku em timî li dar dixin, hatine rawestandin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Tûggeneral Patrick Ryder di daxuyaniya xwe ya berê da diyar kiribû, operasyonên li dijî DAIŞê ranawestin.