Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê operasyonên xwe yên li dijî Îranê rawestandine
Piştî biryara agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li gorî fermanên desthilatdarên siyasî operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îranê rawestandine.
RûpelNews - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku, tevî peymana agirbestê ya ku bi Îranê re hatiye kirin, di stratejiya wê ya li ser eniya Lubnanê de ti guhertin çênebûye. Rayedarên leşkerî ragihandin ku operasyonên bejayî û pevçûnên li dijî hêmanên Hizbullaha li başûrê Lubnanê bi heman biryardariyê berdewam dikin.
Hat destnîşankirin ku çalakiyên leşkerî yên li dijî Hizbullahê dê berdewam bike.
