Artêşa Amerîkayê ragihand: Hemû dorpêçên li dijî Îranê hatin rakirin
Artêşa Amerîkayê ragihand ku dorpêça li ser hemû trafîka deryayî ya ku dikeve û ji bender û deverên peravê yên Îranê derdikeve hatiye rakirin.
RûpelNews - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku dorpêça deryayî ya li dijî Îranê hatiye rakirin; êdî dê rê li ber trafîka deryayî ya ku dikeve û ji bender û deverên peravê yên Îranê derdikeve neyê girtin.
Daxuyaniyek ku bi rêya hesabê fermî yê X ê CENTCOMê hatiye weşandin wiha ye:
“Îro, li gorî fermana Serok, hêzên Amerîkayê dorpêça li ser trafîka deryayî ya ku dikeve û ji benderên Îranê derdikeve hatiye rakirin. Hêzên Amerîkayê êdî rê li ber derbasbûna keştiyên ku bi rêya Kendava Erebî û Kendava Omanê diçin an ji benderên Îranê vedigerin nagirin. Hemû operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên têkildarî dorpêça deryayî hatine bidawîkirin.
Lêbelê, keştîyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dê li herêmê bicîh bibin da ku piştrast bikin ku hemû şertên peymanê ji hêla aliyên têkildar ve bi tevahî têne bicîhanîn û rêz lê tê girtin.”
