Ebdulmehdî nûçeya NYT ya 'operasyonên hevbes digel Amerîkayê' red kir
PeyamaKurd - Berdevkê leşkerî yê serokwezîrê Iraqê yê piştî îstifayê bi awayekî demkî li ser kar e, ragihand ku Serokwezîr Adil Ebdulmehdî nûçeya New York Timesê ya derbarê destpêkirina operasyonên hevbey digel Amerîkayê red kiriye û gotiye, ne rast e.
Berdevkê leşkerî yê serokwezîrê Iraqê Ebdulkerîm Xelef bi daxuyaniyekê îdiaya New York Timesê red kir ku Ebdulmehdî rizamendî daye destpêkirina operasyonên hevbeş bi hêzên Amerîkayê re li dijî DAIŞê.
Doh 16ê Çile NYTê di nûçeyeke xwe de ku bi zarê berpirsekî leşkerî yê Amerîkî belav kiribû de dabû xuyakirin ku piştî 10 rojan ji rawestandina hemû çalakîyên xwe ligel hêzên Iraqê, bi rizamendiya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmedî hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê operasyonên dijî DAIŞê yên hevbeş ji nû ve didin destpêkirin.
Piştî kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis, parlamena Iraqê biryara derxistina hêzên Amerîkî û biyanî ji Iraqê derxistibû ku Amerîkayê jî ev yek red kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin