Yekîtiya Ewropa: Qeyûman binpêkirina pîvanên demokrasiyê ye

19 hezîran 2020 21:36
Yekîtiya Ewropa: Qeyûman binpêkirina pîvanên demokrasiyê ye

PeyamaKurd - Komîsyona Venedîkê ya girêdayî Konseya Yekîtiya Ewrpayê, destdanîna ser şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê û danîn qeyûman li şûna şaredarên hilbijartî, daxuyanî da.

Komîsyona Venedîkê, bi daxwaza Kongreya Rêveberiya Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê, li ser danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê yên li Bakurê Kurdistanê, got ku ew kiryar li dijî prensîbên demokrasiyê ye.

Di daxuyaniyê de daxwaza betalkirina qeyûman hat kirin û hat gotin, "Tevî ku Rewşa Awarte hatiye rakirin jî bandora wê hê jî dewam dike. Tayînkirina qeyûman pîvanên bingehîn ên demokrasiyê binpê dike."

Heta niha ji 65 şaredariyên ketibûn destê HDPê, 45 ji wan bi biryarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm li ser wan hatine danîn û şaredarên hilbijartî jî bi hinceta girêdana wan bi PKKê re hatine girtin yan jî doz li wan hatine vekirin.