Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya binpêkirina agirbesta Qerebaxê

12 cotmeh 2020 19:16
Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya binpêkirina agirbesta Qerebaxê

PeyamaKurd - Nûnerê Siyaseta Bilind a Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser agirbesta Qerebaxê ya Azebaycan-Ermenistanê û berdewama tevgerên leşkerî daxuyanî da.

 Borell li ser binpêkirinan û bicih neanîna agirbestê diyar kir ku ew ji ber raporên berdewamkirina tevgerên leşkerî, bi taybet êrîşên li dijî sivîlan û windahiyan bi fikar in.

Herdu aliyên şer ên Qerebaxê, Azerbeycan û Ermenistanê 10ê Cotmêhê li Moskowê bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest ragihandibû.

Tevî agirbestê jî artêşa Azerbaycanê bi piştevaniya Tirkiyê xwest bipêşve biçe û agirbestê binpê bike. Herwiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî gotibû, wê operasyon ranewestin.