Ji Yekîtiya Ewropa berteka ewil bo qeyûman
04 mijdar 2024 19:22
PeyamaKurd – Raportorê Tirkiyê yê Yekîtiya Ewropayê Nacho Sanchez Amor, li ser danîna qeyûman bo şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê yên Bakurê Kurdistanê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn, bertek nîşan da.
Nacho Sanchez Amor got, "Divê Yekîtiya Ewropa bersiveke zelal bide.”
Amor, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê wiha nivîsî: "Niha dor hatiye şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê ku DEM Partiyê bi rêjeyeke bilind qezenc kirine. Îdia her çi bin jî ev sîstema qeyûmê êrîşeke rasterast a hikûmeta Tirkiyê li dijî demokrasiyê ye. Xespkirina îradeya gel e û pêwîste YE bersiveke zelal bide vê.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Yekîtiya Ewropa misyona li Deriyê Refahê yê Xezeyê ji nû ve çalak kir
31 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin