Xwendekarekî 18 salî du mamoste kustin

23 adar 2022 19:34
Xwendekarekî 18 salî du mamoste kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li şeva borî li bajarê Malmo yê Swêd, xwendekarekî 18 salî bi çekê êrîşî polîsan kir û du mamoste kuştin.

Li gorî zanyariyên polîsê Swêd, ew xwendekarê 18 salî yê lîseyê ku li bajarê Malmo du mamoste kuştine hatiye desteserkirin.

Polîsê Malmoyê daye xuyakirin ku ti tawaneke din li ser xwendekarê êrîşkar nehatiye qeydkirin û hîn hûrgiliyên kuştina 2 mamosteyên ku jinên bi ser 50 salî bûn jî nehatine zelalkirin.

Rêvebera Polîsê Malmoyê, Petra Stenkula ragihand ku derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye, lê ew hîn negihîştine ti encamekê.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson jî xemgîniya xwe li ser vê bûyerê anî ziman û got, wê polîs tişta pêwîst bike.