SOHR: Jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve bi guleyekê hat kustin
02 îlon 2022 13:00
PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê bi guleyekê hat kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) li ser malpera xwe belav kir û got, îro Pêncşemê, li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin.
Rewangehê herwiha eşkere kir, ji destpêka sala 2022yan ve heya niha, 16 kes li seranserê Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku 3 ji wan zarok in. Ji destpêka salê ve, 24 sivîl jî bi gulleyên hêzên Tirkiyê birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îtaliyê 101 salî ku serê cîhanê jî dîtiye ji vîrusê bas bû û sandin mal
27 adr 2020
Cîhan
Li Efrînê pîrejineke Kurd a 70 salî ji aliyê çekdaran ve hate kustin
04 hzr 2023
Cîhan
Zarokekî din ê 15 salî ji aliyê Tevgera Ciwanên Soresger ve hat revandin
01 mjd 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin