SOHR: Kesên ji Lubnanê vedigerin ji aliyê hêzên rejîma Sûrî ve tên revandin
13 cotmeh 2024 15:04
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand endamên beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê 3 welatiyên ji Lubnanê vedigeriyan, revandin.
Li gorî SOHRê her sê welatî 9ê Cotmehê li ser benda kontrolê ya bajarokê Ertûz ê rojavayê gundewarê Şamê hatine revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin.
SOHRê diyar kiriye ku çarenivîsa her sê welatiyan nayê zanîn.
Li gorî amarên SOHRê, 10ê Cotmehê jî beşa îstîxbarata leşkerî ya rejîma Sûriyê, welatiyekî 34 salî dema ji Lubnanê vedigeriya li deriyê sînor ê Debûse yê li gundewarê Humsê revandibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Erdogan: Hejmara kesên ku vedigerin Sûriyeyê gihîstiye 1.29 milyonî
09 mjd 2025
Jiyan
Li Lubnanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne nêzî 1,9 mîlyonî bû
24 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin